19 Mayıs 2010 Çarşamba

“Derik Tarihi 1”

Navê pirtûka Eyyup Guven e “Derik Tarihi I”

Weke ku tê zanîn, Dêrika Çîya Mazî navçeyeke dîrokî û Kurdistanîye. Dêrik, navçeyek biçûk û mixabin ku di warê aborî û pîşesazî de pêşde jî neketîye. Lê belê dema ku Dêrik, di warê pîşesazî de li pêş bû, gelek navçe yê Kurdistanê gund bûn. Gelek parêzgar-bajarên Kurdistanê jî navçe bûn, heta ji van parêzgaran gund jî hebûn. Mixabin ku îro Dêrika Çayê Mazî, di warê aborî û pîşesazî de di rewşeke xerab da ye.

Dêrikê, kesên zana û şareza, pispor, alîm-zanyar, welatperwer, bi taybet jî gelek nivîskarên zimanê Kurdî û her wiha siyasetmedar, têkoşer, pêşeng ji nava dilê xwe derxistîye. Kurdperwer li nav xwe kiriye mêvan û vehewandîye…

Eyyup Guven, di vê pirtûkê de qala vana dike. Xebateke xweş kirîye û ev pirtûk “Derik Tarîhî I” nivîsandîye.

Birêz Eyyup Guven bi vê xebatê, li ser van kesayetî, li ser dîrok, çand, gund, kevnare, kanî, goristan, lîstok, navê gunda bi Kurdî û Tirkî û gelek tiştên dinê rawestya ye û nivîsandîye. Li ser navê Dêrikê, Eyyup Guven valahîyek dagirtîye, ku karekî bêhempa û pirr baş kiriye.

Wer xuyaye ku Eyyup Guven pirtuka “Derik Tarihi 2” (Dîroka Dêrikê II) jî amade dike. Hêvîdarim ku ewê hîn bi berfirehî Dêrika Çîya yê Mazî binivîsîne. Çanda Kurd û Ermenîyên Dêrikê; Dîrok, şaristanî, zîyaret, kevnare, cîhên turistik, kesên navdar, zanyar, nivîskar, malbat-eşîr, qerfî, xweşî û nexweşî, xwarin, vexwarin, fêkî, mêwe û gelek tiştên din û her taybetî yên Dêrikê binivîse.

Eyyup Guven, ev pirtûka xwe ya yekem ji min re şand. Min ev pirtûk di 3 rojan de bi kêf xweşî xwend û min pirr sûd jê wergirt…Lê hêvîdarim ku birêz Guven di pirtûka duyemîn de cîh bide zimanê Kurdî jî.

Xebateke wiha ji Dêrikê, ji Dêrikîyan re pêwîst bû. Spas birêz Eyyup Guven. Saeta te xweş û her destê te sax be!

***

Xela Mezin û Pîra mina Zeyno

Serîpêdehatîyek malbateke ermenî di pirtûka “Derik Tarihi I” (rupel 57-58) de dihate vegotin: “Xela Mezin!”

Ev serîpêdehatî bi kurtasî wiha bû: “… Di rêwîtîyê de keçika (zarok) jinek Ermenî jî mirî bû. Ji bona ku jinik, keçika xwe binax bike/bidefinîne, hinekî ji me bi dûr ket. Piştî bîstekê, ku jinik nehat. Em çûn me lê nihêrî. Me tiştekî ecêb dît, ku mirov bi çavê xwe jî bawer nedikir; Me dît, ku jinik vêketîye goştê pî-mil ê keça xwe jêdike û dixwe…” Dema min ‘Xela Mezin’ xwend pîra mina Zeyno hate bîra min. Pîro mina Zeyno jî qala Xela Mezin dikir.

Di derbarê xelaya mezin de, pîra mina Zeyno wiha digot: “Di dema Xela Mezin de, ez ji Dêrikê dihatim Heremya. Li axreşkê min dît, ku li bin pira axreşkê kesek û çar-pênc kuçik bi hevre li ser berata kerêne (Kera mirî). Li ser vê beratê kuçik beratê parçe dikin û dixwin, ev kesê han jî, vêketîye bi kêrê goştê vê beratê jê dike û dixe tûr-cuherê xwe. Wexta ku min ev yek dît, min bang lê kir. Min got lawo: ‘Ma qe şûna devê kuçikê jê neke nebe.” Wî jî bi hêrs li min vegerand: ‘Dayê, tu bi rê ya xwe de here, tu î gewî ye.’got. Lawê min, ger we birçî bûn dîtiba!...”

Mehmet AÇIL (Dêrikî)

1 yorum:

Adsız dedi ki...

türkçe de yazsaydınız iyi olurdu sayın Açıl. Az bir kısmını anladım yani