6 Ağustos 2010 Cuma

Ji Rê ya Dêrikê-Ipekê (Üçyol)ê rawestgehek divê…

Ji Rê ya Dêrikê-Ipekê (Üçyol)ê rawestgehek divê…

Min dawîya vê heftê li Dêrikê derbas kir.

Dema ku mîrov ji hêla rojava tê Dêrikê, mîrov li ser îpekê (rê ya Dêrikê-üçyol) peya dibe. Vê germa havînê ku li gor meteorolojîyê germahîya rojê 45 derecebû, lê belê germahîya asfaltê jî heye, ew jî kêmanî 5 derece ye, ku germahî digihîje 50 dereceyî. Yanî li rê ya Dêrikê-îpekê 50 derece germahî ya rojê heye, ku mîrov li vir dikele. Ji bona Xwedê jî darek tune ku mîrov xwe bide binî, ne rawestgehek ne tiştek!..

Ez, hevjîna xwe û Berfîna xwe ya 5 salîbûn, ku em li vir, li ber germa 50 dereceyî, li benda mînîbusa Qoserê anjî serwîsa otobusan rawestyabûn. Lê dem ne dema serwîsan bû û mînîbusa Qoserê jî nedihat. Ji xwe em li vir dikin bibijiryana ku ciwanmêrek (Faruk Necimoğlu) ji Qoserê ber bi Dêrikê ve diçû li me sekinî em birin.

Li welatê me qe kesekî ji dara hez dikin tunene gelo? Qe kesek bîra çandina darekê di perê erdê xwe de an jî li valayakê biçînin nabe? Ê ewqas neyartî bi dar û daristana re ancax li welatê me hebe. Mixabin!...

Qe Şaredarîya Dêrikê ji nikare li ser rê ya Dêrikê-îpekê rawestgehekê çêkin û 4 kursîya deyne wir? Heçî kesên li vir peya dibin, ji bajaran anjî ji bajarên sirgûnê vedigerin Dêrikê, ku hemû Dêrikîne. Medem ku hemî Dêrikîne peywir dikeve ser millê Şaredarê Dêrikê û dibe pewwirek mecbûrî. Divê Şaredarî ya Dêrikê xizmeteke wiha ji Dêrikîyan re pir nebîne!

Rîca ji Şaredara Dêrikê birêz Çağlar Demirel re: Ji kere ma xwe li Rê ya Dêrikê-îpekê (Üçyol) ê rawestgeheke modern, mezin û xweş li vir çêkin!

Ev jî heye ku her otobusa li İpekê disekinin bermahî(çöp)yên xwe davîjin der-dora rê. Ev jî şermeke! Divê Şaredarî konteynera bermahîyan deyne vir, ku vê şerma otobusa veşêre!

04/08/2010